Şerzan Kûrt di 14’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mûglayê di salvegera qetilkirina xwendekarê zanîngehê Şerzan Kûrt ê di 12’ê Gulana 2010’an de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin de li Qada Sinirsizlikê bi bîr anîn.

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mûglayê di salvegera qetilkirina xwendekarê zanîngehê Şerzan Kûrt ê di 12’ê Gulana 2010’an de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin de li Qada Sinirsizlikê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku pankarta “Şerzan Kûrt nemir e. Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin” hate vekirin de dowîzên “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û wêneyên Şerzan Kûrt hilgirtin. Di daxuyaniyê de her tim dirûşmeya “Polîsê kujer dê hesabê bide” hate berzkirin. 

Sûltan Tûrgûn a li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Gelan axivî jî bi bîr xist ku Şerzan Kûrt di êrîşa faşîstan a bi piştgiriya polîsan de ji aliyê polîs Gultekîn Şahîn ve hate qetilkirin û got: “Polîsê kujer Gultekîn Şahîn hate girtin. Doz ji ber ewlehiyê veguhestin Eskîşehîrê. Polîsa Gultekîn Şahîn berdan. Kujer Gultekîn Şahîn ê ewilî cezayê hefsê yê muebedê lê hate birîn, pişt re ji ‘sorkirina neheq’ û ‘rêza li hemberî dadgehê’ cezayê wî hate daxistin û hate berdan. Şerzan li kolana ku ji bo piştevaniyê bi hevalên xwe re derketê ji aliyê polîsî ve hate kuştin. Mixabin ewlehiya necezakirinê kete dewrê. Dewletê peywîrdarê xwe yê sûc kiriye parast. Em 14 sal in şopdarên dozê ne û li van kolanên ku Şerzan lê hatiye qetilkirin dibin dengê Şerzan.”

 Tûrgûn a got ku “Şerzan Kûrt ji bo ku Kurd bû û Kurdî axivî hate kuştin” ev tişt gotin: “Heta ku ji bo Şerzan edaleta rast neyê pêkanîn em ê dîsa li van kolanan xwedî li bîranîna Şerzan derkevin û daxwaza edaletê biqêrin.”