Şervanê azadiyê Serhed hate veşartin

Kendal Serhed ku 1'ê Gulanê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hate veşartin.

Xalîs Ceyhan sala 1972'an li navçeya Tûtax a Agiriyê ji dayik bû û sala 1992'an tevlî refên têkoşîna azadiyê ya Kurd bû. Di nava 25 salên gerîlatiyê de li gelek cihan bi erk û wezîfeya xwe rabû. Ji ber şert û mercên giran ên şer xisar li guh û mejiyê wî bû.

Ceyhan ji bo tedawiyê neçar ma bê Ewropayê û li Fînlandiyayê tedawiya wî dest pê kir. Ceyhan ji ber pirsgirêkên giran ên tenduristiyê 1'ê Gulanê li Helsînkiyê jiyana xwe ji dest da. 

Cenazeyê Ceyhan ji ber pirsgirêkên burokrasiyê nekarî ber bi Kurdistanê ve bê şandin, lewma bi merasîmekê îro saet 10'an li Goristana Espoo ya li Helsînkiyê hate veşartin.

http://anfnews.tv/files/1169-oezguerluek-savascs-serhat-son-yolculuguna-ugurlan.mp4