Şervana YPJ'ê Arjîn: Mizgîniya rizgariya Reqayê nêz e

"Bila gelê me li benda mizgîniya rizgarkirina Reqayê be. Di demeke herî nêz de emê mizgîniya rizgarkirina Reqayê bigihînin gelê xwe."

Şervanên QSD'ê yên bi pêşengiya YPG/YPJ'ê bi ruhekî xurt ê hevaltiyê, di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de li nava bajêr her bi pêş ve diçin.

Navenda Çapemeniyê ya YPJ'ê di malpera xwe ya înternetê de dîmenek ji Cenga Mezin weşand. Şervana Arjîn Keder a ji bajarê Girkê Legê qala şerê xwe yê ji bo rizgarkirina Reqayê kir:

"Weke endameke YPJ'ê cihê xwe di nava pêngava Reqayê de digirim. Reqa, ji ber ku hem navenda çeteyan bû, hem jî gelek jin û keçên Êzidî tê de bûn weke jinekê min xwest tevlî vê pêngavê bibim. Ji bo em jinên Êzidî rizgar bikin. Em ê di dema herî nêz de mizgîniya serketinê bidin gelê xwe.

hêza DAIŞ'ê ya êrîşê nema ye, lewma bi rêya wesayitên bombebarkirî, bi teqemeniyan li ber xwe dide. Moralê me sedî ji sed e. Êrîş yan jî westandin qet bandorê li me nake. Her heval hêzê dide hevalên li kêleka xwe, bi kêfxweşî şer dikin.

Di vî şerî de gelek hevalên me şehîd bûn û birîndar bûn. Lê belê her gava ku hevalekî me şehîd ket, me soza tolhildanê da. Bila dilê gelên me rehet be. Ji ber ku şervanên YPG/YPJ wê heta dawiyê berxwedana xwe zêde bike. Ji bo parastina gel û welatê xwe wê hê bêhtir têbikoşin. Bila gelê me li benda mizgîniya rizgarkirina Reqayê be. Di demeke herî nêz de emê mizgîniya rizgarkirina Reqayê bigihînin gelê xwe."