Bi girseyî sardana şîna gerîlayên HPG’ê kirin

Bi girseyî sardana şîna gerîlayên HPG’ê Seyît Yûsûf Ûçûkan û Eyup Dala ku li Amedê hatiye dayîn kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hezên Parastina Gel (HPG) di 18ê Nîsanê de daxuyaniyêk da û eşkere kir ku di êrîşên dewleta Tirk ên di 18'ê Çileya 2025'an de endamên wan Seyît Yûsûf Ûçûkan (Heqî Amed), Eyup Dala (Rêber Licê) û Abdûlkadîr Muslum (Zinar Raperîn) li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne. Malbatên Seyît Yûsûf Ûçûkan û Eyup Dala li Mizgefta Ferîtkoşkê ya Taxa Fîskaya a navçeya Yenîşehîr a Amedê şîn danîn. Endam û rêveberên Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re û gelek welatî bi girseyî tevlî şînê bûn.

Di şînê de ewilî ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz hate girtin.

Piştî rêzgirtine Hevserokê MEBYA-DERê Mehmet Emîn Kiliç axivî û ji malbatan re sersaxî xwest. Mehmet Emîn Kiliç wiha got: “Serê tevahiya Kurdistanê sax bê. Keda şehîdan nayê şîrovekirin. Şehîd tişta herî giring an ku canê xwe ji bo jiyaneke birûmet, ji bo gelê xwe feda kirin. Em soz didin wan ku em ê xwedî li keda wan derkevin. Em ê heta ku noxtayek xwîn di canê me de hebe, em ê li pişt xeyala wan bin. Wan tu tişt ji me nexwestin, tenê gotin ku ew armanca me ku di nivî de maye hûn bidomînin. Heke em armanca wan berdewam bikin paşê em ê bawer bin ku ew ê heqê xwe ji me re helal bikin. Em bejna xwe ber bi vîna wan ditewînin. Tevgera Azadiyê tu car şer nexwestiye, banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27ê Sibatê ev nîşanî me da. Gelê Kurd her dem ji bo azadiyê amade ye. Heke niha behsa aştiyê bê kirin bi keda van hevalan e. Wan gelê xwe anî wê astê ku êdî tu kes nikare li pêşiya doza wan bigire.”

 Piştî axaftinê girseyê dirûşma “Şehîd Namirin” berz kir.