Şervana enternasyonalîst Hoffmann li Zurichê hate bîranîn

Şervana MLKP'ê Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) ku li bajarokê Til Temirê yê Kantona Cizîrê dema ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer dikir 7'ê Adara 2015'an şehîd bû, li bajarê Zurich ê Swîsreyê hate bîranîn.

Civîna bîranînê ji aliyê Young Struggle (YS) ve li Navenda Çand û Perwerdeyê ya Zurichê hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan dest pê kir.

Bi rêya sînevîzyonê qlaa têkoşîna Hoffmann a şoreşgerî hate kirin.

Aktîvîstên Young Struggle li civînê axivîn û gotin, "Ivana Hoffmann îro li Baxozê bûye ala destê şervanan."

Di bîranînê de bal hate kişandin ser têkoşîna hevpar a li dijî paşverûtiya faşîzmê ya li tevahiya dinyayê û ji bo berxwedana Rojava banga xwedîderketinê hate kirin.

Civîna bîranînê piştî xwendina helbestan, bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.