Şerê Cîhanê yê Sêyan û ramanên Ocalan

Pêdivî pê heye ku 'halanên şer' ên ku di ser Sûriyeyê re geş dibin û niha bi zirtan tê domandin, mirov mîna Ocalan li ser bingeheke reel bixwîne. Ji ber ku Ocalan yek ji wan kesan e ku Sûriyeyê û avaniya wê ya sosyo-polîtîk baş dizane.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya bi deh salan dema ku di parêznameya xwe yên dawî ango Cîlda 5’an de digot Şerê Cîhanê yê 3’yan li Rojhilat Navîn ji mêj ve tê jiyîn, her wiha digot ev şer ne bi welêt re têkidlar e lê bi berjewendî û hebûna hêzên hegemonîk ên dinyayê re têkildar e. Li gorî Ocalan di şerê berdest de wê carnan dîplomasî û carnan jî tundî derkeve pêş. Wê bi krîzên tund û kontrolkirî yên aboriyê dest li pêvajoyê bidin. Dibe ku car caran hin qadên dî derkevin pêş lê çilo jî be wê şer bi giştî li gelek qadan bibe. Yek ji hedefa sereke ya vî şerî jî wê bêbandorkirina Îranê be.

Pêşbiniyên Ocalan ku li jor me rêz kirin yek bi yek pêk hatin. Bi twîteke Trûmp a beriya bi çend rojan me dît ku li Rûsya, Îran û Tirkiyê rewşa dowîzê çawa bû. Em dibinin ku şerê hêzên hegemonîk çawa geş dibe û li şûna vê jî car caran bi dîplomasiyê û car caran jî bi şerê germ dibe. Li gel vê, navenda şer ne tenê deverek e, li hemû atmosfera çanda Rojhilata Navîn çêdibe.

Rojeva dinyayê germ e. Rojev bi geşedanên li Sûriyeyê geştir bûye. Hêzên cîhanî bi gavên xwe yên dîplomatîk rengê xwe diyar dikin. Lê ev tifaqên rojene divê me nexapînin, ji ber ku tifaqa diyarker bi navê modernîteya kapîtalîst bi salan e bi peymanan berdewam dikin. Ji bo vê jî divê em ‘halanên şer’ yên di ser Rûriyê re bi rengê ku zirtan in, bibînin û weke Ocalan xwendineke reel lê bikin. Ji ber ku Ocalan Sûriyeyê û avaniya wê ya sosyo-polîtîk pir baş nas dike. Bi salan li wir siyaset kir, têkilî danîn û her demê analîz kirin…Dema ku gotî ‘ava serê Sûriyeyê germ dibe’ kesekî pêşbîniyeke wiha nekiribû. Her wiha dema ku gotî, ‘’Heke Kurd li Sûriyeyê rabin ser xwe wê rabûna wan ji ya Ereban geştir be’’, kesî bîra şoreşa Rojava nedibir.

Ya girîngtir jî, hê sal 2008 bû, Ocalan wiha got, ‘’Di demeke nêz de wê operasyonekê li Sûriyeyê bikin, piştî çend mehan wê bikin an piştî bi çend salan ez bi wê nizanim. Wê werin Tirkiyê jî û Tirkiyê jî hal bikin. Demokrat jî werin ser kar wê vê bikin. Komarparêz an jî demokrat ti cihêtiya wan tine, wê heman tiştî bikin (mebest jê dewletê derve ne).

Naxwe me vê pirse bikin:

Ocalan çawa li rewşa niha û aktoren şer dineri?

Ji bo welatan çi digot?

Em bi temamî çawa li Rojhhilata Navîn binerin ku, ‘’yekdestiya îdeolojîk a modernîteyê ji hêlekê ve dema ku enflasyona lênerînê çêdike û ji hêla dî ve jî herî pir ji enflasyonê dixwe, divê enflasyona lênerînê de jî, tişta ku herî pir bikêrî wê tê, bi rêya medyayê, bi tijekirina serê mirovan hewl dide ku têra xwe encamgir be.’’

***

Pêşî;

Ocalan dibêje saziyên ji çav re, dezgeh, avanî û civîn bikerî eşyayê Xwedayê nayên. Civînên li ser Sûriyeyê heta niha ti çareserî bi xwe re neaniye û ev jî tespîtê diçespîne. Baş e, lê ji bo çi? Ocalan bersivê dide: ‘’Tê zanîn ku Pakta Bexdayê, CENTO, RCDD û yekîneyên hwd. yên netew-dewletê ku bi armanca çareseriya li arîşeyên modernîteya kapîtalîst hatine avakirin, ji ber sedema raçînka xwe ti çareseriyê bi xwe nayînin û temenê wan jî neyî dirêj e. Yekîtiya Ereb, Rêxistina Konferansa Îslamê û rêxitinên hevşib, ji ber sedema karakterê xwe yê netew-dewletî ti çareserî ji bo arîşiyên girîng ên herêmê nenaîne. Bi ser de jî, netew-dewletên herêmê pêgirî navenda hegemonîk a kapîtalîzemeke resen in. Ne xwedî wê qudretê ne ku bikaribin derkevin derveyî vê navenda ku bi ser ve ne. Li gel ku civînan li ser hev çêdikn jî ti çareseriyê nayînin û ti karîgeriya wan tine, sedema wê jî bi vê rastiyê re têkildar e.’’

Ya duyê;

Ocalan dibêje şer maskeyek e û diyar dike meseleya rastî ‘hegemonyaya îdeolojîk e’: ‘’Bêyî ku hegemonyaya îdeolojîk hebe ne pêkan e ku tenê bi zexta siyasî û leşkerî modernîte were domdarkirin. Bi rêya dînparêziyê hewl tê dayin ku wijdanê civakê ya beriya kapîtalîzmê were kontrolkirin û bi rêya netewperestiyê jî hewl tê dayin ku welatibûna netew-dewletê, çînên li dor kapîtalîzmê geş dibin, kontrol bikin.’’

Ya sêyan;

Îro li Rojhilata Navîn aktoren sereke neçar man ku xwe berdin meydanê. Ji mêj ve bû ku bi artêşên kirêkirî û şîrketên qelp li qadê bûn. Lê êdî mesele giran bû. ‘Ekonomîzm’ê şer geş kir û neçar man ku hesabên nû bikin, kartan ji nû ve belav bikin.

Ocalan gazinan dike ji ber ku ev rewş ‘rast nayê fêhmkirin’. Dixwaze ku 22 netew-dewletên ku li vir hatine avakirin û armancên wan rast werin xwendin: ‘’Heta ku şêwirîna hegemonîk a modernîteya kapîtalîst a li ser Rojhilata Navîn rast nayê xwendin, em ê nikaribin fêhm bikin bê ka çima 22 netew-dewletên Ereb hatine avakirin. Bi şîroveyên dîrokî yên rastgir-çepgir, dindar, mezhebi û etnîkî yên bi çarçoweya serxwebûnxwaziya burjuvaya biçûk a netew-dewletîxwaz modernîteya kapîtalîst a ku li Rojhialta Navîn hatî şêwirandin wê neyê fêhmkirin. Ji bo vê jî ji bo ku arîşeya Ereb li ser rastiya xwe were fêhmkirin (weke rastfêhmkirina Komara Tirkiyê û komarên dî yên Tirkî û civakên dî) hewceyî pê heye ku şêwirîna hegemoniya modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn û avakirina wê were fêhmkirin.’’

Ya çaran;

Reşwa welatan û hesabên wan.

Lê welatên ku balê dikişine ser wan, her demê ew aktorên sereke ne ku ji paş ve kar rê ve dibin. Ocalan bi welatên ku tevlî lîstikê têne kirin, dikine amûr zêde wext derbas nake.

DYA

Li gorî Ocalan DYA hêza hegemonîk a pergalê ye. Taybetmendiya xwe ya ku bûye hêze navendî ya ji Ingiltereyê piştî Şerê Cîhanê yê 2’yan dewr girtî, îro dîsa bi wê re wê bidomîne. (Em bi bîr bînin: Trûmp dema ku li dijî Rûsya şer ragihandî, yê ku bê şert, pêşî destek dayî DYA’yê Ingiltere bû. Ji dil û can destek dide şer. Her wiha li ser Rojhialta Navîn yên ku pir nûçeyên manîpulatîf didin saziyên Ingiliz in.)

Ocalan dibêje DYA ya ku hêze navendî ye pir bala xwe dide pêşbaziya mezin a aboriyê û pir bi zîrekî dikare xwe nûjen bike. Jixwe di serdema nûjenbûnê de wê ling bide berevaniya hegemonîk. Ji bilî êrîşên ser mewziyan di domdarkirin şerê giştî de ne ew qasî zîrek e.

ÎNGLÎSTAN, ELMANYA, FRANSA Û HWD.

Ocalan ji bo welatên Yekîtiya Ewropayê kevaneke taybet vedike. Ji ber ku welatên Yekîtiya Ewropayê weke xwediyê veguherîna kapîtalîst a li nava sîstema şaristaniya navendî wê giraniya xwe bidomînin. Wê hevalbendiya xwe ya stratejîk a bi DYA’yê re dewam bikin. Hemû welatên Yekîtiya Ewropayê bi rê û rêbazekê li Rojhilata Navîn hene. Car carna şer dikin, carna jî xwe vedigirin. Lê belê timî weke aktorên bingehîn bûne xwedî hesab. Ji bo krîz û tengaviyê ji holê rakin, pêwîstiyê bi şer dibînin. Pênc sed salan pêşengî ji modernîteya kapîtalîst re kirin. Lewma hêzên ku kapîtalîzmê, dewletperestiya netewî û endustriyalîzmê herî zêde nûjen bikin, wê ji van welatan derkevin holê. Wekî din, li gorî Ocalan ne bendewariyeke rast e ku mirov li bendê bin ku ji nava Yekîtiya Ewropayê sîstemeke nû derkeve holê. Di mijara sîstema nû de, di pêngava felsefe û zanistiya nû de dikarin rola navendeke hînkar bilîze. Lê belê di afirandina sîstemeke nû de wê nikaribin bi rola sereke rabin.

RÛSYA

Li gorî Ocalan, Rûsya ne welateke ku alîgirê çareseriya modernîteya demokratîk e. Divê polîtîkayên wê ji vî alî ve bê xwendin.

Nekarî xwe ji nava modernîteya kapîtalîst derxîne. Ji bo xizmetê ji modernîteya kapîtalîst bike bi erk û wezîfeyên girîng rabû. Rola Şoreşên Çîn û Rûsya ya bi pêşengiya "Partiyên Komunîst" a ji bo belavkirina modernîteya kapîtalîst li tevahiya cîhanê tê zanîn. Dema ku ev rola wan bê nirxandin, wê baştir bê fêhmkirin bê mebest çi ye. Dûvikên şoreşên cîhanê yên modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn nekarîn serketî bibin. Bêguman rola çanda herêmê di vir de girîng e. Çanda modernîteyê nikare çanda herêmê bi temamî feth bike. Di vî warî de baş li ber xwe dide.

Rûsya weke bloka dijber neçar e gelek gavan biavêje! Hem li dijî DYA’yê û Îngilîstanê, hem jî li dijî polîtîkayên netewe dewlet ên li Rojhilata Navîn. Ji ber ku lêgerîna bazarê dewam dike û polîtîkayên fethkirinê bi awayekî dîrokî dewam dikin.

ÎRAN

Li gorî Ocalan, Îran welatekî welê ye ku hegemonya xwe ferz dike û tasfiyekirina wê ne karekî hêsan e. Ocalan destnîşan dike ku Îran xwedî taybetmendiyeke welê ye ku li her devera şer heye, lê li ti cihî nîne.

Tevî ku Komara Tirkiyeyê û netewe dewletên Ereb meşrûiyeta sîstema netewe dewlet a Îsraîlê qebûl kirine jî, Şoreşa Îslamê ya Îranê li gel rewşa xwe ya nehevgirtî jî statuya hatiye destnîşankirin qebûl nekiriye û li dijî vê yekê ketiye nava hewldanên avakirina hegemonya dijber. Rageşiya heyî ya navbera Îran û Îsraîlê di nava du netewe dewletan de nîne. Di nava du sîstemên hêzê ne ku li pey hegemonyayê ne.

Dewleta Îranê, mîna dema piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê weke Komara Tirkiyeyê û Şahê Afgan, di encama hesabên hegemonîk ên Îngilîstanê de weke netewe dewlet ji nû ve hate avakirin... Kevneşopiya çandî ya xurt, olîgarşiya Şîa ya ku bi modernîteya kapîtalîst re li hev kiriye qebûl nake. Lewma nakokiya li Îranê her tim dikare bibe têkoşîna navbera du modernîteyên alternatîf. Berevajî dewletên netewe yên Tirk û Ereb, naşibe wan dewletan ku bi hêsanî were tasfiyekirin. Bi giranî bi gotinan jî be, olîgarşiya Îranê bi Îranê re li ser Rojhilata Navîn şerê hegemonîk dike. Bi taybetî karên xwe yên nukleerê bi vê armancê weke qerteke xwe ya duyemîn bi kar tîne. Kevneşopiya Şîa ji berê ve li pey hegemonyayê ye.