Şêniyên Mûsilê bersiv dane 1001 nameyî
Şêniyên mezintirîn bajarê duyemîn ê Iraqê, Mûsilê bersiv dane bi sedan nameyên ku ji çar hêlên dinyayê ve hatine.
Şêniyên mezintirîn bajarê duyemîn ê Iraqê, Mûsilê bersiv dane bi sedan nameyên ku ji çar hêlên dinyayê ve hatine.
Festîval ji hêla çalakgerên civaka sivîl ve hate organîzekirin. Bi festîvalê hate xwestin ku bersivê bidine pirtûka bi navê ‘1001 Name ji Mûsilê re’ ya doktorekî Portekîzî û ji bo vê jî nameyên ku ji şêniyên bajêr re hatin şandin, hatin tomarkirin.
Şêniyên bajêr ên ku li stadyûma Zanîngeha Mûsilê hatin cem hev, bersiv dane nameyên ku bi Erebî, Ingilîzî, Portekîzî ku dema hovîtiya DAIŞ’ê dihate jiyîn, bombe bi ser wan de dibariyan, ji bo wan hatibûn şandin.
Operasyona paqijkirina Mûsilê 9 mehan dom kiribû. Endamê Doktorên Sînornenas, ê portekîzî Gustavo Carona, dema ku şer hebû li Mûsilê bû.
Pirtûka bi navê ‘’1001 Name ji Mûsilê re’ ya ku ji navê ‘’Çîvanokên Hezar û Yek Şevê’ ya Carona îlhama xwe standî, li festîvalê hate belavkirin.
Di dema festîvalê de bi ci û bergên gelêrî Ereb, Kurd û Tirkmenan govend gerandin. Her wiha hunermendên Mûsilê jî şêwe û wêneyên li ser bajêr nîşan dan.