Maliyeta Şelîneriya Komputerê ya sala 2018'an bi 45 milyar dolar e

Li gorî lêkolîneke Emerîkayê sala 2018'an ji ber êrîşên sîber bi 45 milyar dolarî zerar rû daye.

Li gorî lêkolîna şîrketa bi navê Tifaqa Ewlekariyê ya Civaka Înternetê sala 2018'an li gelemperiya dinyayê derdora 2 milyon êrîşên sîber hatine kirin.

Di lêkolînê de hate ragihandin ku ji ber deqsaziyên neyînî yên ji bo fîdyeyê hatin amadekirin derdora 8 milyar dolar zerar rû daye. Hate gotin, maliyeta giştî ya şelîneriya komputerê 45 milyar dolar derbas kiriye.

Di êrîşan de yên ji bo fîdyeyê, destpêkê deqsaziyên nebaş dişînin komputera bikarhêner, piştre jî ji bo ji nû ve kirina komputerê pere dixwazin.

Li gorî sala 2017'an êrîşên bi vî rengî 20 ji sedî kêm bû bin jî li gorî lêkolînê 60 ji sedî maliyeta wê zêde bûye.