Şehîdên xwerêveberiyê li Swîsreyê hatin bîranîn

Li bajarê Bern ê Swîsreyê, şehîdên xwerêveberiyê bi çalakiyeke çand û sporê hatin bîranîn.

Li paytexta Swîsre Bernê, Çalakiya Çand û Sporê ya Bîranîna Şehîdên Berxwedana Xwerêveberiyê hate lidarxistin.

Çalakî ji aliyê Ciwanên Azad ve bi dirûşma "Çi dibe bila bibe wê encam bêhempa be" li Kompleksa Sporê ya Bern Badenweîdê hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Di axaftina destpêkê ya çalakiyê de hate destnîşankirin, divê ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê dilsozê bîranîna şehîdên xwerêveberiyê bin û hate gotin, "Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di nava tecrîdeke giran de ye, ciwanên Kurd wê bi têkoşîna xwe tecrîda li Îmraliyê bişikînin."

Di tûrnûvaya futbolê de 10 tîm hatin hemberî hev. Di encama pêşbirkê de tîma Anadolîa bû yekemîn, FC Kurdîscher bû duyemîn, Şîrîn Elbîstan bû sêyemîn. Çalakî bi dayina xelatan bi qîrîna dirûşman qediya.