Şehîdên têkoşîna azadiyê li Bern û Zurîchê hatin bîranîn
Fermandarê Yekîneya Gerîla ya MLKP/FESK Kurdistan Huseyîn Akçîçek ê li navçeya Nûrhak a Mereşê di şer de şehîd bû û gerîlayê PKK'ê Ogûz Aksû li bajarên Bern û Zurîchê hatin bîranîn.

BERN
Merasîma li Bernê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Di bîranînê de li dengê Alîşer Denîz hate guhdarîkirin, sînevîzyona ji dîmenên ji çiyayê Şengalê hate temaşekirin û belavokên MLKP Kurdistan û MLKP/MK hatin xwendin.
Qisekerên bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û MLKP'ê axivîn gotin, "Biryardariya meya ji bo serketina xewn û xeyalên me wê bidome. Serketin wê ya gelên me be."
Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.
ZURÎCH
Bîranîna li Navenda Çand û Perwerdeyê ya Zurîchê, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir.
Bi rêya sînevîzyonê qala jiyana şoreşgerî û têkoşîna şehîdan hate kirin. Bi navê MLKP'ê axaftin hate kirin û hat gotin, "Her şehîdeke/î me yê di têkoşîna şoreşê de xwe feda kirine, îspata soza ku ji şehîdên beriya hatiye dayin e."
Dayika Aştiyê dayika Done jî li vir axivî. Bîranîn piştî axaftinan bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.