Şehîdên meha Tebaxê li Arnhemê hatin bîranîn
Şehîdên meha Tebaxê li bajarê Arnhem ê Hollandayê hatin bîranîn.
Şehîdên meha Tebaxê li bajarê Arnhem ê Hollandayê hatin bîranîn.
Li meclîsa Gel a Demokratîk a Arnhemê, şehîdên meha Tebaxê hatin bîranîn. Civîna bîranînê ku bi sedan kes tevlî bûn bi xwendina sirûda "Ey Reqîp" dest pê kir.
Di civînê de ji bo bîranîna Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden), Atakan Mahîr (Îbrahm Çoban), Abdullah Kûrtgoz (Xemgîn) û şehîdên meha Tebaxê axaftin hatin kirin û sînevîzyon hate nîşandan.
Merasîm piştî dayina mewlûdê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" qediya.