'Şehîdên meha Gulanê' li Parîsê hatin bîranîn
Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê, ji bo bîranîna 'Şehîdên meha Gulanê' civînek pêk hat.
Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê, ji bo bîranîna 'Şehîdên meha Gulanê' civînek pêk hat.
Tevgera Çandê (TEV-ÇAND) û Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDK-F), ji bo 'Şehîdên meha Gulanê' bi bîr bînin, civînek pêk anîn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, li ser girîngî û wateya şehîdan a di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de axaftin hatin kirin.
Dengbêj Marûf, hunermend Nûarîn, Deza Amed û Tûncay Dîlemen jî stranên xwe gotin.