Şehîdên meha Gulanê li Melboûrnê hatin bibîranîn

Li bajarê Melboûrne yê Avûstralyayê şehîdên meha Gulanê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasîm li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Vîcotriayê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Nûnerên Navenda Çanda Anadolu û Komelya Çanda Tirkiyeyiyan beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de nunerê Navenda Çanda Anadoluyê axivî û pêvajoya tevgera şoreşgerên 68’an Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, Huseyîn Înan ya heta roja me ya îro nirxand.

Nunerê Komeleya Çanda Tirkiyeyiyan jî got di şexsê Hakî Karer, Îbrahîm Kaypakkaya de şoreşa Kurdistan û Tirkiyeyê di nava hev de ye.

Nunerê Komeleya Çanda Tirkiyeyiyan bal kişand li ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê û qala cudahiya HDP’ê ya ji partiyên sistemê kir.

Di merasîmê de nûnerên Komîteya Perwerdehiyê û Yekîtiya Jinên Kurd jî axivîn.