Şehîdên Garzanê li Montpellîerê hatin bibîranîn

7 gerîlayên 28’ê Hezîranê li Garzanê şehîd bûbûn, li bajarê Montpellîer ê Fransayê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê gerîlayên HPG’ê yên li Bedlîsê di şerê li dijî artêşa Tirk de şehîd bûbûn, bi merasîmekê hatin bibîranîn. Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di merasîmê de biraziya Fermandarê HPG’ê yê Eyaleta Garzanê Sefer Acar (Welat Gever) ku meha Hezîranê li Garzanê şehîd bûbû, Nesîbe Acar axivî.

Nesîbe Acar gerîlayên li Garzanê şehîd bûbûn bibîranî û wiha peyivî; “Mamê min Sefer Acar di malbata me de mînak bû. Zextên dijmin qebûl nekir û beşdarî refên têkoşîna azadiyê bû. Bi salan di nava refên azadiyê de têkoşiya. Em weke ferdên malbatê soz didin ku em ê rêya wî bişopînin û tişta dikeve ser milê me pêk bînin. Em soz didin şehîdên xwe em ê ala azadiyê bilînd bikin.”

Piştî axaftinan merasîm bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.