Şehîdên Cotmehê li Dûîsbûrgê hatin bîranîn

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, ji bo şehîdên meha Cotmehê civîneke bîranînê li dar ket.

Civîn ji alyê Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ve hate organîzekirin. Di şexsê Berfîn Ehmed, Şervan Çewlig, Nîzar Hassan û Umît Acar de şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn.

Xizmên şehîdan û zêdeyî 200 Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.

Civîna ku li salona NCDK'ê pêk hat, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir.

Ji Komîteya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Mehmet Sûrûç û nûnera Tevgera Jinên Kurd axivîn. Her wiha mesaja bavê Umît Acar hate xwendin.

Di dawiya civînê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" hatin qîrîn.