Şehîdên Cotmehê li Den Haagê hatin bibîranîn

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê Kurdistanî û dostên wan şehîdên Cotmehê bi bernameyekê bi bîr anîn.

Îro saet 13:00’an li bajarê Den Haagê yê Hollandayê şehîdên meha Cotmehê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve bi bernameyekê hatin bibîranîn.

Axaftina destpêkirinê ji aliyê nûnertiya Tevgera Jinên Kurd ên li Ewropa (TJK-E) hate kirin. Piştre li ser navê komîteya malbatên şehîdan Zeynep Yûce axivî û qala berxwedana dîrokî û rolê şehîdan kir.

Piştre têkildarî jiyan û têkoşîna Şehîd Medya Mawa sînevîzyonek hate nîşandan. Li ser navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) axaftinek hate kirin û têkildarî Şehîd Medya Mawa helbestek hate xwendin.

Bername bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.