Şehîdên Cotmehê li Borlangeyê hatin bîranîn

Şoreşgerên ku meha Cotmehê li nava têkoşîna azadiyê şehîd bûn, li bajarê Borlange yê Swêdê hatin bîranîn.

Civîna bîranînê li komeleya Navenda Kurd a Demokratîk a Borlganeyê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir.

Piştre li ser jiyan û têkoşîna şehîdên Cotmehê û Bêrîtan sînevîzyon hate nîşandan.

Şefîk Agir bi navê malbatên şehîdan axivî û got, bi saya wêrekî, biryardarî û fedakariya şehîdan gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê destketî afirandiye.

Di dawiya civîna bîranînê de dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.