Şehîdên 14'ê Tîrmehê li Hannoverê hatin bîranîn

Şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê li Hannoverê hatin bîranîn.

Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî ya Hannoverê şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê hatin bîranîn.

Piştî nîşandana sînevîzyonê ya der barê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê Hevserokê FED-MED ê Herêma Bakur Altûn Bîschoff axivî.

Qiseker diyar kir ku berxwedêrên 14'ê Tîrmehê rejîma cûnta ya faşîst têk birin û got, "Kenan Evren bi xwe neçar ma li vê sekna bi rûmet mikur bê. Leyla Guven ku şopdara Sarayan e Erdogan têk bir."

Berdevka Meclîsa Jinê ya Ronahî Aliye Ekîncî jî diyar kir ku şehîd rûmeta wan e û rêya şehîdan rêya wan e. 

Hevseroka NCDK'ê Edlê Aslan jî diyar kir ku wê hewl bidin hêjayî şehîdan bin.