Şehîdên 10'ê Cotmehê hatin bîranîn

Seroka 10 Ekîm-Der Mehtap Sakîncî Coşkûn got, "Eger em salonên dadgehan danegirin wê encamên ku ne li gorî me ye derkeve holê" û banga piştevaniyê kir.

Li meydana Garê ya Enqereyê, 103 kesên ku di 10'ê Cotmeha 2014'an de ji ber êrişa dijî mîtînga demokrasî û kedê jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.

Di kombûna bîranînê de malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hebûn. Seroka 10 Ekîm-Derê Mehtap Sakîncî Coşkûn li bîranînê axivî û got, "Di ser komkujiyê re 51 meh derbas bûn, di nava vê demê de em hîn bêhtir bi hêrs bûn."

Coşkûn anî ziman ku doza sûcê li dijî mirovahiyê dewam dike û got, "Em sûcê li dijî mirovahiyê yekemcar li vî welatî nîqaş dikin. Dewamkirina darizandinê ji bo me malbatan girîng e. Eger em salonên dadgehê danegirin dibe ku encamên ne li gorî me be bên wergirtin. Li ber destê me tenê dosyayeke ceza heye û ji bilî şopandina wê çareyeke me ya cuda nîne."

Coşkûn destnîşan kir ku heta kiryarên komkujiyê bên cezakirin wê dest ji têkoşînê bernedin.