Şehîdê YPG’ê Xilo li Lavrîo hate bîranîn
Şervanê YPG’ê Bekir Xilo yê li Efrînê di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bibû li Lavrîoyê hate bîranîn.
Şervanê YPG’ê Bekir Xilo yê li Efrînê di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bibû li Lavrîoyê hate bîranîn.
Ji bo şervanê YPG’ê Bekir Xido yê di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser navçeya Bilbil a Efrînê de şehîd bibû li bajarê Lavrîo ya Yûnanîstanê sersaxî hate qebûlkirin.
Li konê sersaxiyê deqeyek rêz ji bo şehîdên azadiyê hate girtin. Gelek Kurdistanî çûn sedana konê sersaxiyê. Di sersaxiya ji aliyê Malbata Şehîd Bekir Xilo ve hate qebûlkirn de li ser navê Navenda Çanda Kurdistanê (NÇK) Sadet Gunduz axivî. Gunduz di axaftinên xwe de bal kişand ser nêzîkatiyên dewletên navneteweyî ya li hember êrîşên artêşa Tirk û wiha got: “Hêzên navneteweyî yên di pêvajoya Kobanê de li hember qetlîamên çeteyên hov bêdeng man, weke berê li hember êrîşên li ser Efrînê jî bê helwest in. Yekane rêya me xwedî li nirxên xwe derketine. Ji bo vê em ê piştgiriya xwe ya bi Efrînê re û protestokirinên êrîşên çeteyên hov ên li ser Efrînê bidomînin.”