Şehîd Çekdar û Lecwan li Marsîlyayê bi bîr hatin anîn

Gerîlayên HPG'ê Lecwan Mûnzûr û Çekdar Botan, di salvegera 2. a şehadeta xwe de li Marsîlyayê ji aliyê Ciwanên Azad ve bi bîr hatin anîn.

Adil Sunger (Lecwan Mûnzûr) û Rûhat Tabak (Çekdar Botan) ku Hezîrana 2016'an ji ber bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi bîr hatin anîn. Çalakiya bîranînê ji aliyê Ciwanên Azad ve hate organîzekirin û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir.

Siyasetmedar Hamît Botan li merasîmê axivî û piştre sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Çekdar û şehîd Lecwan hate nîşandan. Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.