Şaxa Egîtim Sena Wanê daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê kir

Şaxa Egîtîm Sena Wanê têkildarî sala nû ya perwerdê daxuyanî da û got divê perwerde bi zimanê dayikê pêk were.

Şaxa Egîtîm Sena Wanê Li Parka Feqiyê Teyran têkildarî sala nû ya perwerdê daxuyaniyek da çapemeniyê. Kedkaran pankarta “Emê bêdeng nemînin” hildan.

Li ser navê komê Serokê Şaxê Bedrî Yamaç daxuyanî da. Yamaç, diyar kir ku divê perwerdeya zimanê dayikê, bê pere, demokratîk, zanist, laîk û bi kalîte bê dayîn. Yamaç wiha domand; “Em ê ji bo perwerdeya zimanê dayikê, demokratîk, zanist, laîk û bi kalîte têbikoşin.”