Şaredariya Berceto Ocalan kir hemşehriyê xwe yê rûmetê

Şaredariya Berceto ya li bakurê Îtalyayê, Rêberê Gelê Kurd Ocalan kir hemşehriyê xwe yê rûmetê.

Belgeya hemşehritiya rûmetê li Bercetoyê bi merasîmekê hate pêşkêşkirin. Şaredar Lûîgî Lûcchî belge da parêzera Ocalan Newroz Ûysal.

Lûcchî di merasîmê de axivî û bal kişand ser komkujiyên ku heta niha li gelê Kurd hatine kirin. Lûcchî diyar kir ku gelê Kurd êdî bi tenê nîne û wê teqez mafên xwe yên bingehîn werbigirin.

Ûysal piştre axivî û destpêkê spasiya şaredar û endamên meclîsa şaredariyê kir ku biryareke bi vî rengî ya watedar wergirtine.

Ûysal bi bîr xist ku Ocalan 20 sal in li giravekê tecrîdkirî ye û got, bidawîbûna tecrîdê û pêkhatina azadiya Ocalan bi piştevanî û têkoşîneke navneteweyî dikare pêk were.

Komîteya piştevaniya gelê Kurd jî bi daxuyaniyekê bang li her kesî kir ku li têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bibin xwedî.

Merasîm bi stranên muzîsyenên Kurd û Îtalyayî û bi helbestan bi dawî bû.