Şaredariyên Nisêbînê û Geverê hatin desteserkirin
Desthilata Tirk şaredariyên HDP'ê yên Nisêbînê ya Mêrdînê û Geverê ya Colemêrgê desteser kir, li şûna hevşaredarên HDP'ê qeyûm anîn.
Desthilata Tirk şaredariyên HDP'ê yên Nisêbînê ya Mêrdînê û Geverê ya Colemêrgê desteser kir, li şûna hevşaredarên HDP'ê qeyûm anîn.
Beriya ku qeyûm bînin hevşaredar hatin girtin. Piştre ev girtin mîna sedema qeyûm hatin nîşandan.
15'ê Cotmehê Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergiz û Ferhat Kurt hatibûn desteserkirin û Perşemê jî hatibûn girtin.
Hevşaredar bi îdîaya ku 'endamên rêxistinê ne' hatin darizandin. Tevlêbûna hevşaredaran a li kampanyaya ''em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin' û îfadeyên 'şahidên veşartî' mîna delîl hatin nîşandan.
Şûna hevşaredaran qeymeqamê mêtingeriyê yê Nisêbînê Mehmet Balikçier anîn ser şaredariyê.
Her wiha Hevşaredarên Geverê Îrfan Sari û Remziye Yaşar jî bi heman îdîayan 15'ê Cotmehê hatibûn girtin û hema di pey girtina wan re qeymeqamê mêtinger ê Geverê Osman Dogramaci kirin qeyûm û li ser şaredariya Geverê hate danîn.