Şandeya Şopandina Çalakiya Greva Birçîbûnê: Tavilê tecrîd divê rabe

Şandeya Şopandina Çalakiya Girev Birçîbûnê bal kişand ku berxwedana greva birçîbûnê gihiştiye roja 197’an, daxwaz kir ku tavilê tecrîda Îmralî bi dawî bikin. Şandeyê di civînê de diyar kir ku li dijî tecrîdê divê kolan bikevin tevgerê.

Şandeya Şopandina Çalakiya Greva Birçîbûnê, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan raporek amade kir.

Şandeyê rapora ku di encama seredanên xwe yên li girtîgehên Herema Marmarayê de amade kir, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê eşkera kir. Li eywana ku daxuyanî lê hat dayîn pankarta “Greva birçîbûnê di roja 197’emîn de ye, îşkenceya tecrîdê bi dawî bikin bila girtî bijîn” daliqandin.

Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, Komeleya Alîkariyê ya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER), Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbolê, Odeya Tabîban a Stenbolê, nûnerên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû beşdar bûn.

Endama ÇHD’ê Meral Hanbayat a rapor eşkera kir, diyar kir ku bi saziyên ku di nav şandeyê de cih girtin û bi 15 parêzeran çûne seredana Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 û 2’yan ên Tekîrdagê, Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5 û 1’an ên Sîlîvriyê, Girtîgehên Jinan ên Bakirkoy û Gebzeyê, Girtîgeha Tîpa L a Maltepeyê, Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 û 2 ‘yan ên Kandirayê, Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê û Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê.

Hanbayat destnîşan kir ku ji sedî 90’ê girtiyan ku ketina çalakiya greva birçîbûnê, di çalakiya greva birçîbûnê ya beriya niha de jî herî kêm 89 rojan mane û anî ziman ku nêzî 100 girtî beriya niha di navbera 100 û 170 rojan ketine çalakiya grevê û gelek ji wan jî beriya niha gelek caran ketine çalakiyên demkurt ên dorveger. Hanbayat anî ziman ku li Girtîgeha Edîrneyê 50, Li Girtîgeha Tekîrdagê ya Hejmara 1’an 75 ya hejmara 2’yan 60, Girtîgeha Sîlîvriyê ya Hejmara 5’an 100, ya hejmara 1’an 5, Girtîgeha Bakirkoyê 40, Girtîgeha Maltepeyê 23, Girtîgeha Gebzeyê 19, Girtîgeha Kandirayê ya Hejmara 1’an 43, Girtîgeha Kandirayê ya Hejmara 2’yan 35, Girtîgeha Duzceyê 12, Girtîgeha Bolûyê 150 girtî ketina çalakiya greva birçîbûnê û derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ev agahî parvekirin: “Hat ragihandin ku nêzîkatiya gardiyan û rêveberiya girtîgehan bi çalakiya greva birçîbûnê hişk bûye, zext li girtîgehan zêde bûne, derbarê girtiyên ku ketine çalakiya greva birçîbûnê ji bo her dorvegerê cuda cuda lêpirsîna dîsîplînê dane destpêkirin û cezayê dîsîplînê dane girtiyan, kontrolên wan ên tenduristiyê nayên kirin, vîtamîna B1 nadin girtiyên dikevin çalakiya greva birçîbûnê de, pêwistiyên weke lîmon, şekir, xwê û avê bê serûber didin, girtiyên ku ji ber dorvegerê çalakiyê diqedînin xwarinên li gor wê nadinê. Hat diyarkirin ku ji Wezareta Dadê, Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê, HDP’ê, CHP’ê, ÎHD’ê, CPT’ê û ji hin sefirtiyan re name şandine û rayedarên girtîgehê dest danîne ser hin nameyan.”

Hanbayat da xuyakirin kir ku daxwaza girtiyan tecrîda ku ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li dijî hiqûqê bê bi dawî kirine û wiha got: “Divê malbata Ocalan û parêzerên wî pêre hevdîtinê bikin û tecrîda ku li girtîgehan tê meşandin bi dawî bibe.” Hanbayat ji bo ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bên pêşwazîkirin û mafên wan yê jiyanê were parastin di serî de Wezareta Dadê bang li hemû rayagiştî ya netewî û navnetewî kir ku di nava hewldanê de bin.

Hevseroka MATUHAYDER’ê Esîn Çelîk jî anî ziman ku di vê pêvajoya dawî de gelek malbatan serî li saziya wan da ne û wiha got: “Çawa girtî li girtîgehê tên cezakirin bi heman awayî malbatên wan jî tên cezakirin. Malbat hem ji ber binpêkirinên mafan hem jî ji ber çalakiya greva birçîbûnê di nava fikaran de ne. Em bang dikin ku di mijara tecrîdê de gav were avêtin.”

Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû jî diyar kir ku ji xeynî tecrîda li girtîgehan rewşa girtiyên nexweş her ku diçe nebaş dibe û wiha axivî: “Em li bendê ne ku Wezareta Dadê vê mijarê çareser bike lê hêj ti gav nehatine avêtin. Pêkanînên li girtîgehan destpêka pêkanînên li kolanan e. Kengî li girtîgehan zext û zilm zêde bû wê demê dê li kolanan jî zêde be. Tecrît pirsgirêka beşên demokratîk ên li welat a hevpar e. Heke em bixwazin meclîsê bixin nava tevgerê divê em ewil kolanan bixin nava tevgerê. Em tevbigerin wê sererastkirinên li gor daxwaza me bên kirin.”