Îvana Hoffmann ku di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de 7'ê Adara 2015'an şehîd bû, bi wesîleya rojbûna xwe ya 25'an li ser gora xwe hate bîranîn.
Hevrêyên wê û Kurdistaniyan serdana gora Îvana Hoffmann kirin û qurnefîl danîn ser gora wê.
Hoffmann ku 1'ê Îlona 1995'an li bajarê Emmerîch ê Elmanyayê ji dayik bû, di 7'ê Adara 2015'an de di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de şehîd bû.
Piştî ku find li ser gora wê hate vêxistin û qurnefîl hate danîn, di şexsê Îvana Hoffmann de ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna dijî faşîzm û emperyalîzmê deqeyek rêz hate girtin.
Di axaftinan de hate ragihandin ku Hoffmann di temenê xwe yê kurt de jiyaneke bi rûmet bi cih kir û ew ê jî vê yekê bikin mînak.