Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Îtîrazî biryara dersînorkirina nivîskar Abdulmenaf Osman hate kirin

Halîl Coşkûn ê ku parêzerê nivîskar Abdulmenaf Osman e diyar kir biryara dersînorkirina Abdulmenaf Osman li dijî hiqûqê ye.

Nivîskar Abdulmenaf Osman ê ku di 3’ê Îlonê de piştî 30 sal û 6 mehan ji Girtîgeha Tîpa T a Akhîsara Manîsayê hatibû berdan, biryar dersînorkirina wî hatibû dayîn. Osman a niha li Navenda Paşveşandinê ya Edîrneyê tê ragirtin. Parêzerê wî Halîl Coşkûn diyar kir wan îtîrazî biryara dersînorkirinê û çavdêriya îdarî kirine.

Di daxwaznameyê de derbarê biryara çavdêriya îdarî hate gotin hinceta ku ji bo pêkanîna biryarê 30 sal berê pêk hatiye û ev jî tê wateya ku dem ji ser biryarê derbas bûye.