Yildirim ê ku 30 sal in girtî ye, divê di 27’ê Sibatê de hatiba berdan. Desteya Îdarî û Çavdêriyê (ÎGK) bi hinceta ‘rewşa wî ne baş e’ û ‘ne poşman e’ tahliyeya wî ji bo 27’ê Kanûna 2024’an taloq kiribû.
Dadgeha înfazê hevdîtin û nameyên Yildirim weke ‘fealiyetên rêxistinî’ nirxand û bi hinceta ‘hewldaneke wî ya samîmî ya ji bo veqetîna ji rêxistinê nîne’ îtîraz bi rengekî kêfî red kir.
Parêzeran ev biryar veguheztin Dadgeha Cezayê Giran. Di heman demê de daxwaznameyên ji bo tahliyeyê pêşkêşî Komîsyona Mafên Mirovan TBMM’ê, Serokatiya Meclîsê û Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkîf û Cezayê hatin kirin. Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal jî têkildarî taloqkirina berdana Yildirim, pêşnûmepirs radestî meclîsê kir.
Di serlêdana ji bo Dadgeha Cezayê Giran hatî kirin de, hate diyarkirin ku bêyî ku delîlek şênber hebe derbarê Yildirim de biryareke kêfî û derqanûnî hatiye dayîn û hate xwestin ku biryara taloqkirina berdanê, were rakirin.