Îtiraza dozger a ji bo Arslan ê hate berdan, hate redkirin
Dadgeha 12’emîn a Dadgeha Cezayê Giran a Amedê destnîşan kir ku biyara berdana Hevserokê Berê yê DBP’ê Mehmet Arslan, li girî hiqûqê ye, îtiraza dozgerê komarê red kir.
Dadgeha 12’emîn a Dadgeha Cezayê Giran a Amedê destnîşan kir ku biyara berdana Hevserokê Berê yê DBP’ê Mehmet Arslan, li girî hiqûqê ye, îtiraza dozgerê komarê red kir.
Hevserokê Berê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan ê bi îdîaya ‘endamê ne fermî’ yê Komeleya Jinê ya Rosa bi sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ ku ji doza ji aliyê 11’emîn Dadgaha Cezayê Giran a Amedê ve lê hatibû vekirin di rûniştina yekem a 30’ê Îlonê de hate berdan.
Dozgerê Komarê li dijî biryara berdana Arslan derket, bi hiceta gumanên bi hêz ên sûc û rewşa delîlên heyî ne bese ku bi şertê kontrola edlî bê berdan serî li 12’emîn Dadgaha Cezayê Giran a Amedê îtiraz kir.
Dadgeha ku girtenameya îtirazê ya dozger dlêkolîn kir, diyar kir ku biryar li gorî hiqûqaê ye, îtiraza dozger red kir.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya li dijî Komeleya Jinê ya Rosa bi îdîaya ‘endamê ne fermî’ Arslan 24’ê Gulanê girtibû. Arslan ji doza bi sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ ya ji aliyê 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hatibû vekirin, 30’ê Îlon rûniştina yekem pêk hat û Arslan hate berdan.