Îsraîl leşkeran sewqî Şerîaya Rojava dike

Ajansa nûçeyan a AFP’ê diyar kir ku artêşa Îsraîlê leşkeran sewqî Şerîaya Rojava dike.

Serokê DYA’yê Donald Trûmp diyar kiribû ku DYA paytexta Îsraîlê Qudûsê nas dike. Serokwezîrê Îsraîlê Netenyahû diyar kir ku piştî vê gava naskirinê ya DYA’yê, wê gelek welatên din jî gaveke bi vî rengî biavêjin û paytexta Îsraîlê Qudûsê qebûl bikin.

Ajansa nûçeyan a AFP’ê diyar kir ku artêşa Îsraîlê leşkeran sewqî Şerîaya Rojava dike. Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, “Li gorî analîza rewşa leşkerî biryar hatiye dayîn ku gelek leşker wê sewqî herêma Şerîaya Rojava were kirin.”