Meclîsa ÎSÎG’ê rapora cinayetên kar ên meha Îlonê, li ber Operaya Sureyya ya Kadikoyê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa, “Li dijî cinayetên kar, şewb, bêkarî, birsîtî û bêbawerî karkirinê, berxwedan û piştevanî wê bide jiyîn” vekirin.
Parlementerê Stenbolê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû, sendîka, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniya ji aliyê Pisporê Rêxistina Sendîkaya Karkerên Înşaatê Deniz Gîder ve hatî xwendin de hate gotin, “Di meha Îlonê de li gorî me zelal kirî herî kêm 177 karker, di nava 9 mehên destpêkê yên sala 2020’an de jî herî kêm 1493 karkeran di dema kar de jiyana xwe ji dest dane.”
Li gorî raporê di nava meha Îlonê de 6 zarok, 7 jin, 5 koçber bûne qurbaniyên kar. ÎSÎG’ê diyar kir ku 46 karker jî ji ber sedemê vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.
QIRKIRINA KARKERAN A HERÎ MEZIN A DÎROKÊ
Di raporê de hate gotin, "Bi qasî me heta niha tespîtkirine herî kêm 274 karker dema ku li ser kar bûn bi nexweşiya Covîd-19 ketin û jiyana xwe ji dest dan. Dema ku malbat û teqawît bûyiyan jî em li ser zêde bikin, bi zelalî tê dîtin ku yên hetanî roja me ya îro tê dîtin ên ji refa karkeran jiyana xwe ji dest didin. Di dîroka Tirkiyê de ‘Qirkirina karkeran’ a herî mezin e.”