Îranê gefa uranyûmê li Washîngtonê xwar

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf got heke Serokê DYA’yê Donald Trûmp peymana nukleere xira bike Îran wê milikên xwe ji zengînkirina uranyûmê re rake.

Zarîf li New Yorkê ji nûçegihanan re axivî û got Îran bi pey çêkirina bombeyên nükleerê nektiye lê ku DYA ji peymana nukleere vekişe bersiva wan wê dewlemendkirina uranyûmê be. Zengînkirina uranyûmê di çêkirina bombeya atomê de weke kilîdeke sereke tê dîtin.

Zarîf got, ‘’Amerîka dive ti caran netirsiya ku Îran bombeyên nükleerê hilberîne, lê heke Serok Trûmp ji peymanê bi fermî vekişe em ê jî milikên xwe ji bo dewlemendkirina uranyumê re rakin.’’

Trûmp heta 12’ê Gulane dem dabû hevalbendên xwe yên Ewropî da ku careke dî li peymana nukleerê ya bi Îranê re binerin. Trûmp dixwaze ‘kêmasiyên hêwilnak’ ên di peymanê de werin çareserkirin. Heke peymana ku 2015’an li Viyanayê hatî îmzekirin neyê jidandin Trûmp gefê dixwe ku ji peymanê vekişe.

Serokkomarê îranê Hesen Rûhanî jî beriya bi du heftiyan got heke DYA ji peymanê xwe bide alî wê poşman bibe.

Arîşeya peymana nukleerê ya bi Îranê re duşemê di civîna Trûmp û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron de wê bibe rojev. Înê Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel wê li Washîngtonê be.

Wezîrê Îranî Zarîf got rêveberên Ewropî ji bo ku peymana bi DYA’yê re bidome dive zextê bikin.