Îran û Iraqê li ser petrola Kerkûkê li hev kirin

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Cabbar Laîbî eşkekere kir ku Bexda û Tehranê li ser sewqiyata petrola Kerkûkê ya ku rojane 30-60 hezar varêl diçe Îranê, lihevkirinek îmzekirine. Laîbî diyar kir ku wê hevpeymana dawî di demek nêz de were îmzekirin.

Li gorî hevpeymana di navbera kargeha petrolê ya State Oîl Marketîng Organîzatîon (SOMO) ya dewleta Iraqê û berpirsên Îranê li Bexdayê hatî îmzekirin de, wê rojane 30-60 hezar varêlên petrolê bi tangan were şandina ji bo Deriyê sînor ê Kîrmanşah û li vir jî wê ji aliyê kargehên Îranê ve were teslîm girtin.

Wezaretê diyar kir ku ji bo hevkariya aboriyê bi dewletên ciran ên weke Tirkiye, Ûrdûn, Kûveyt, Siûdî Erebîstan û Sûriyeyê re berfirehtir bikin amadekariya planên projeyên nû dikin.