Îran ji bo parastina peymana nukleerî 'gava şênber' dixwaze

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf, ji bo parastina peymana nukleerê daxwaza 'gava şênber' ji welatên ku mohra xwe danîne binê peymanê xwest.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê li ser peymana nukleerê ya sala 2015'an li Viyanayê hate îmzekirin, peyameke bi dîmen weşand.

Zarîf got, "Divê têkiliyên aboriyê yên Îranê asayî bibin" û diyar kir, "Eger civaka navneteweyî û welatên endamên peymanê mîna dostên me Çîn û Rûsya dixwazin ev kar bê parastin, divê bi gavên şênber ên bi kêrî Îraniyan jî werin misogeriyê destnîşan bikin."

Aloziya navbera DYE û Îranê hefteyên dawî zêde bû. Washington a ku xwe ji peymana nukleerî vekişand û pêkanîn xiste dewrê, vê carê Tehran sûcdar kir ku plana êrîşê ya li dijî berjewendiyên DYE'yê dike û keştiya şer û bataryayên Patriot şand Kendavê. Keştiyeke balafirên şer û balafirên şer li herêmê bi cih kiriye.

Îranê jî 15'ê Gulanê gavek avêt û bi rengekî fermî ragihand ku hin sozên di çarçoveya peymana nukleerê de daye rawestandiye. Îran ku plan dike hilberîna ûranyûmê zêde bike, danûstandinên bi DYE re red kir.

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî diyar kir, hefteya bihurî wan welatên endamên peymanê (Çîn, Rûsya, Elmanya, Fransa û Îngilîstan) ji biryara xwe agahdar kirine.