Însyatîfa Gavek Din: Girtina Demîrtaş bêedaletî ye!

Însyatîfa Gavek Din, ji bo hilbijartineke serbixwe û bandor, daxwaza berdana Demîrtaş ê bêedalet hatiye rehîngirtin kirin.

Nerazîbûnên li hember rehîngirtina Selahettîn Demîrtaş ê namzetê HDP’ê ye dom dike. Endamên Însyatîfa Gavek Din li pêşiya Edliyeya Çaglayanê kom bûn û çalakiyeke protestoyê lidar xistin. Li vir dadgeran banga ‘Dawî li vê bêedaletiyê bînin’ kirin. Dowîzên ku wêneyên Demîrtaş û nivîsînên “Demîrtaş Berdin” li ser hatin bilindkirin. Li vir li ser navê însyatîfê Aktivîst Bariş Yildirim daxuyanî da.

Yildirim diyar kir ku ji bo hilbijartin di nava edalet û hilbijartineke demokratîk be divê namzetê HDP’ê yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş bê berdan.

Di dewama daxuyaniyê de li ser navê Zanîngeha Marmarayê akademîsyen Ûraz Aydin ê ji kar hatiye dûrxistin axivî û got: “Ev qesra niha em li ber ku ya edaletê ye weke sembol maye. Demîrtaş li Tirkiyeyê yek ji kesên ku têkoşînê ji bo siyaseta demokratîk dike li pêş e, tê rehîngirtin. Bi vî rengê namzeteke yê serokkomariyê li girtîgehê kampanyaya hilbijartinê bi rêve dibe. Ji bo hilbijartineke adil û wekhev daxwaza berdana Selahattîn Demîrtaş dikin. Divê ew jî li qadan û mîtîngan ramanê xwe bi gel re parve bike”

Hakan Oztürk jî got mafê hilbijartin û hilbijêran bi vekirî tê binpêkirin û yên ku qanûan çêdikin jî li gorî qanûnan tevnagerin. Ozturk wiha domand; “Divê hilbijartin bi şêweyeke demokratîk, wekhev û serbest were kirin. Divê mafê hilibêr û hilbijartinê were kirin. Lê kar dike? Îro em vêya li pêşiya qesra edaletê dipirsin. Na, edalet pêk nayê. Keseke ku îhtimal heye bibe serokkomarê welat mafê axaftinê nayê dayîn; mafê propagandayê nayê dayîn? Dibêjin em dikarin vî kesî weke serokkomar hilbijêrn, lê dibêjin ne axive. Ev bêedaletiye.”

Ozturk bibîr xist ku Selahattîn Demîrtaş 18 meh e bi keyfî li girtîgehê tê girtin û wiha domand; “Em li pêşiya vê qesra edaletê bang li sîstema daraz, hiqûqnas û dadgeran dikin. Sîstema qanûn a dewletê cubbeyek taybet daya we. Pêşiya wê cubbeyê vekiriye û ne mecburin li pêşiya ti kesekê bigrin. Ji bo vê jî dikarin bi îradeya xwe biryar bigirn û vê bêedaletiyê biguherînin. Dadgerên ku xwedî wê cubbeyê bila vê kêmahiyê bigrin.”