Însiyatîfa Zarokên Agir: Me agir berdan du leşkergehan

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Çanakkale, Tekîrdag, Bûrsa û Îzmîrê 2 leşkergeh, qemyonek û depoyek şewitandine.

Însiyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ji bo bîranîna Ebrû Tîmtîk a di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da û li dijî sûcên destavêtinê yên leşkerên Tirk ên li Kurdistanê, dem dema tolhildanê ye û ji bo çalakiyan bang kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li çar bajaran çalakiyên şewitandinê hatine lidarxistin.

Însiyatîfê ragihand ku 27'ê Tebaxê li Çanakkaleyê depoyeke 'Tirkan' hatiye şewitandin û 28'ê Tebaxê jî li Tekîrdagê leşkergehek weke bersiva li destavêtina leşkerên Tirk ên li Kurdistanê hatiye şewitandin.

Li gorî daxuyaniyê, heman rojê li Bûrsayê qemyonek hatiye şewitandin û piştî rojekê di 29'ê Tebaxê de li Îzmîrê leşkergeha topvanan hatiye şewitandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 29'ê Tebaxê li Bîga ya Çanakkaleyeê qadeke berfireh hatiye şewitandin.