Însiyatîfa Zarokên Agir agir berdan du deveran

Însiyatîfa Zarokên Agir li Balikesîr û Stenbolê depoyeke eşyayên diyariyan û otoparekek ji gelek qatan pêk tê yên faşîstan şewitandin.

Li gorî daxuyaniya Însiyatîfa Zarokên Agir, di 17'ê Hezîranê de li navçeya Edremîtê ya Balikesîrê "Depoyeke eşyayên diyarî yên faşîstan hate şewitandin." Lİ gorî daxuyaniyê xisareke mezin li depoyê bû.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 18'ê Hezîranê jî li Kartal a Stenbolê otoparkek hatiye şeiwtandin û gelek wesayit û malzemeyên mobîlya yên li parkê şewitîne.

Însiyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku wê li her cihî hesab ji faşîstan bipirsin.