Înîsîyatîfa Zarokên Agir: Me 3 cih şewitand
Înîsîyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku wan li Seyhana Edeneyê, li Gazîpaşa û Kepeza Entalyayê 3 cih şewitandine û ev der bûne xwelî.
Înîsîyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku wan li Seyhana Edeneyê, li Gazîpaşa û Kepeza Entalyayê 3 cih şewitandine û ev der bûne xwelî.
Înîsîyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku, “Ev înîsîyatîf ya kesên azadîxwaz, li hemberî tecawiz, tacîz, êşkence û qeyyûmên dijmin tolhildana Kurdên bi rûmet e.
Kesên ne azad bin, mudaxele nekin û xwelî li nirxên xwe dernekevin li tu dera dinyayê mafê jiyanê nadin wan.
Di 5’ê Hezîrana 2020’an de bankamatîkeke li Seyhana Edeneyê ji aliyê înîsîyatîfa me hatiye şewitandin û ev bankamatîk bûye xwelî. Bankayên ku dijminatiya Kurdan dikin wê bêtir rastî agirê tolhildanê werin.
Di 5’ê Hezîrana 2020’an de jî li Gazîpaşayê cihekî ku Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglû tevlî vekirina wê bûbû, ji aliyê hêzên me ve hate şewitandin.
Di 6’ê Hezîrana 2020’an de li Kepeza Entalyayê marketeke du kat a faşîstê bi navê Hasan Çevîk hatiye şewitandin. Di vê marketê de bi qasî 6 milyonan malzeme şewitîne. Kesên ku alîkariyê ji dewletê dixwazin û digotin ‘Sermiyanê min ê bîst salan çû’ divê bizanibin ku wê Kurd keda xwe ya hezar salan û şewitandina welatê xwe ji bîr neke. Zû an jî dereng wê hesabê vî tiştî were pirsîn.”