Înîsiyatîfa Zarokên Agir li gelek bajaran çalakî kir

Înîsiyatîfa Zarokên Agir li gelek bajaran çar febrîqe, du market, wesayitek û bi dehan paletên înşaetê şewitand.

Înîsiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê ragihand ku 18'ê Sibatê li navçeya Akdenîz a Mersînê li sîteya Toprancilarê, bi dehan laetên înşaetê şewitandine.

Înîsiyatîfê diyar kir ku 19'ê Sibatê li Mersînê wesayitek, 22'ê Sibatê li Beylîkduzu ya Stenbolê marketek, li Înegol a Bûrsayê febrîqeyeke mobîlya, li Kagithane ya Stenbolê marketek, 23'ê Sibatê li Selçûk a Îzmîrê febrîqeyek, li Mersînê febrîqeyeke plastîk û li Gebze ya Kocaeliyê jî febrîqeyek şewitandine.