Înisiyatîfa Zarokên Agir du kargeh, sîteyek û wesayitek şewitandin

Înisiyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku li Mêrsîn, Enqere û Bûrsayê du kargeh, sîteyek a bazirganên xurdeyan û wesayîtekê dane ber agir.

Înisiyatîfa Zarokên Agir, dan xuyakirin ku li dijî êrîşên li ser gelê Kurd wan li gelek bajaran çalakî pêk anîne. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 3'ê Nîsanê li navçeya Yenîmahalle ya Enqereyê sîteya xurdeyan a li qada pîşesaziyê û kargeha boyax û tînerê ya li herêma pîşesaziyê ya organîzeyî ya li Mêrsîn Akdenîzê dane ber agir. 

Înisiyatîfê her wiha da xuyakirin ku wan di 1'ê Nîsanê de li Bûrsayê kargeha nûkirinê û di 17 'ê Adarê de jî li Mêrsîn Akdenîzê wesayitekê dane ber agir.