Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Înîsîyatîfa Zarokên Agir derbarê şewitandinan daxuyanî da

Înîsîyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku wan li Kocaelî, Manîsa, Sakarya û Stenbolê çar fabrîke, nûnertiya şîrketeke navneteweyî, depoyeke veguherînê û kafe-barek şewitandine.

Înîsîyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kirin ku li dijî dagirkerî û zilma li ser axa Kurdan dema tolhildanê ye û wan di sê rojan de li pênc bajaran çalakî li dar xistine.

Li gorî daxuyaniyê ev çalakî hatine lidarxistin:

Di 7’ê Tebaxê de li navçeya Gebzeyê ya Kocaeliyê fabrîkeyeke zeytê hate şewitandin.

Di 8’ê Tebaxê de li Manîsayê fabrîkeyeke mezin a mobîlyayan hate şewitandin. Hemû alavên li fabrîkeyê şewitîn.

Di 8’ê Tebaxê de nûnertiya şîrketa Toyota ya ku parçeyên wesayîta Toyota dide polîsên Tirk hate şewitandin. Fabrîkeyeke din jî hate şewitandin.

Di heman rojê de depoyeke veguherînê ya li Kartala Stenbolê jî hate şewitandin. Kafe-bara li kêleka depoyê jî hate şewitandin.

D 9’ê Tebaxê de li navçeya Gebze ya Kocaeliyê fabrîkeyeke paletan hate şewitandin.