Înîsiyatîfa Zarokên Agir bîlançoya meha Kanûnê eşkere kir

Înîsiyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku wan li gelek bajarên Tirkiyeyê 159 cih şewitandine.

Li gorî daxuyaniya Înîsiyatîfa Zarokên Agir wan di meha Kanûnê de li Stenbol, Samsûn, Îzmîr, Kastamonû, Tekîrdag, Rîze, Enqere, Sakarya, Afyon, Antalya, Denîzlî, Eskîşehîr, Konya, Bûrsa, Duzce, Bûrdûr, Mûgla, Manîsa, Osmaniye, Bîlecîk, Kirikkale, Balikesîr, Kocaelî û Kutahyayê çalakî li dar xistine. Înîsîyatîfê diyar kir ku wan li van bajaran 159 cihên aîdî faşîstan şewitandine.

Di çalakiyan de wesayît, fabrîke, AVM, konteynir, kargeh, trafo, depo, ATM û xetên gaza xwezayî hatine şewitandin.