Înîsiyatîfa Zarokên Agir 4 febrîqe dan ber agir

Înîsiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li 3 bajaran 4 febrîqe û wesayît dan ber agir.

ÎNÎSIYATÎFA ZAROKÊN AGIR

Înîsiyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku “heta hemû dagirker tên qewitandin û Kurd bi rengekî azad dijîn” wê bûyerên şewatê dewam bikin.

Li gorî daxuyaniyê 11’ê Nîsanê li Erdemliya Mêrsînê febrîqeyeke pakêt kirina narenciye, 10’ê Nîsanê li Rihayê febrîqeyeke tekstîlê, 8’ê Nîsanê li Akdenîz Sîteler a Mêrsînê febrîqeyeke mobîlyayan, 7’ê Nîsanê li Silifkeya Mêrsînê wesayîtek û 6’ê Nîsanê li Selçûka Konyayê febrîqeyeke plastîkan hatine şewitandin.