Îngîltere wê avakarê WîkîLeaksê Assange radest neke
DYE xwestibû ku bila Îngîltere avakarê WîkîLeaksê radest bike. Îngîltereyê ev daxwaz red kir.
DYE xwestibû ku bila Îngîltere avakarê WîkîLeaksê radest bike. Îngîltereyê ev daxwaz red kir.
Dadgeha Cezayê Navendî ya Londrayê biryar da ku ew avakarê WîkîLeaksê Jûlîan Assange radestî DYE nakin. Hate diyarkirin ku wê DYE îtîrazî vê biryarê bike.
Sûcdariya li ser Assange ev e ku wî di salên 2010 û 2011’an de bi hezaran belgeyên li ser şerê li Iraq û Efganistanê û nivîsên dîplomatîk derxistiye holê.