'Xwedî li berxwedana li zindanan derkevin'

Nivîskar Mûhammed Înal ku li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1'ê ya Kandirayê girtî ye, bi rêya telefonê bi xwişka xwe Suheyla Înal re axivî û bang li civakê kir ku hîn bêhtir bala xwe li ser berxwedana li zindanan be.

Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan biqede, ji 27'ê Mijdara 2020'î ve li girtîgehan greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger pêk tê. Mûhammed Înal ku li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1'ê ya Kandirayê tê girtin, bi rêya xwişka xwe qala zext û pirsgirêkan kir.

Mûhammed Înal got, "Eger azadî, azadiya gelê me û azadiya Rêberê me ye, wê demê divê armanca bingehîn a berxwedana me jî ew be. Zindan li ber xwe dide, gelê me yê li Ewropayê jî, mirovên li Başûrê Efrîkayê jî. Li her derê kampanya tên meşandin, lê belê ya esasî divê gelê me yê li Bakurê Kurdistanê rabe ser piyan û li ber xwe bide. Pêwîste ciwanên me xwedî li vê pêngav û berxwedana me derkevin. Belê zindan jî wê li ber xwe bide. Li qadên azad jî wê gerîla li ber xwe bidin. Lê belê azadî azadiya gel e. Eger gel xwedî li azadiya xwe dernekeve, kampanyayên li derveyî welat tên lidarxistin wê negihêje encama ku tê xwestin.

Bi berxwedana xwe ya li welatên biyanî em nikarin azadiyê li welatê xwe bi dest bixin. Divê em berxwedana xwe li welatê xwe, li xaka xwe mezin bikin. Lewma m hêvîdar in ku ciwanên me, mirovên me, gelê me li welêt vê têkoşînê dewam bikin û berxwedanê bigihînin asteke bilindtir. Bila neyê jibîrkirin, Nemrûd jî, Fîrewn jî têk çûn. Bi rêya têkoşîna me wê Fîrewn, Nemrûd ên hemdem jî wê têk biçin. Bila tirs û fikar tune be. Belê di vê pêvajoyê de dibe ku xwe xurt dibînin. Lê belê ya rast ew e ku di dema herî lawaz û têkçûyînê de ne. Eger em têkoşîna xwe bi biryardarî dewam bikin, divê em zanibin ku em jî di dema herî xurt de ne. Eger em bi vê bawerî û têgihiştinê têkoşîna xwe dewam bikin, serketin a me ye."

MÛHAMMED ÎNAL KÎ YE?

Mûhammed Înal di dema xwendina lîseyê de tevlî karên Tevgera Îslamî ya Kurdistanê û ciwanên welatparêz bû. Ji bo rêxistinbûna ciwanan, jinan û meleyan a Tevgera Îslamî ya Kurdistanê li tevahiya Kurdistanê û Tirkiyeyê civîn li dar xist û kar kir. Di heman demê de karê saziya çapemeniyê ya heman tevgerê ya bi navê Bawerî li Tirkiyeyê dewam kir û kovara Nêrîna Îslamî çap kir. Sala 1999'an dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kenyayê bi komployekê radestî Tirkiyeyê hate kirin, tevî kurê xaltîka xwe hate destgîrkirin û piştî meh û nîvekê bi sûcdariya avakarê rêxistinê sê caran cezayê îdamê lê hate birîn. Cezayên îdamê pişte veguherandin cezayê muebbetê.

Mûhammed Înal heta niha li girtîgehên Umraniye, Tekîrdag Hejmara 2 Tîpa F, Tîpa F a Bolûyê dîlgirtî hate hiştin. Înal di 1'ê Adara 2019'an de dest bi greva birçîbûnê kiri. Piştî 10'ê Gulanê jî berxwedana xwe veguherand rojiya mirinê. Yek ji wan girtiyan e ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dike.

Berhemên ku Înal nivîsandiye û karên wî yên li girtîgehê:

Pirtûka 'Zerdeşt Wiha Ferman Kir' û pirtûkên Şêx Sed'iye Şîrazî yên Dîwana hafiz Şîrazî û Mahmût Yamalak wergerand Kurdî.

Pirtûkên xwe yên bi navê Dîroka Îslama Şoreşgerî û Avakirina Îslamî hene, ku nehatine weşandin. Pirtûkên Pîvanên Taoîzmê yê Sûn Tzû û Fî ma Fîh a Mewlana werdigerîne Kurdî.

Li kovarên Modernîteya Demokratîk, Nêrîna Îslamî, Bawerî, Ronahî, Haksoz û gelek kovarên din gelek gotar nivîsî.