ÎHD û xizmên girtiyan ji bo Îsa Sosyal kom bûn

ÎHD û xizmên girtiyan ji bo Îsa Sosyal ê ku dewleta Tirk ew li Silopiyê windakiribûn, kom bûn.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Amedê û Xizmên Windayan di çalakiya hefteya 726'an de ya ku bi dirûşma "Bila winda bên dîtin, bersûc bên darizandin" li dar dixin li aqûbeta Îsa Soysal pirsî. Xizmên Windayan li ber Bîrdariya Jiyanê ya Parka Koşûyolûya Amedê daxuyanî dan. ÎHD û Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Îsa Soysal pirsîn. Îsa Sosyal di sala 1988'an de hatibû windakirin.

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn da zanîn ku bûyerên derbarê mijarê de yên ku diqewimin ne bûyerên munferît in û got “Ji bo li Tirkiyeyê bi heqîqetê re bên rû hev em li gel hev in. Polîtîkayên ku van binpêkirinan nabîne mijara gotinê ye. Dewamkirina çalakiyên êşkence û muameleya ne baş encama polîtîkayên bêcezahiştinê ye. Ji ber vê jî peywirdarên cemaweriyê tundiyê dikin."

Zeytûn diyar kir tê gotin hestiyên kesên di komkujiya Zîlanê de hatin qetilkirin li Wanê ye lê belê têkildarî vê yekê tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin û got:"Dîsa em li Newala Qesabayê jî binpêkirina mafan dibînin. Divê bersûc bên cezakirin. Lê belê polîtîkayeke ku mafên mirovan vedişêre heye. Tevî zextan û qedexeyan divê xwedî li lêgerîna edaletê bê derketin."

Piştre Cîgira Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ezgî Sila Demîr çîroka windakirina Îsa Soysal xwend.

Ezgî Sila Demîr da zanîn ku Îsa zewicî bû û sê zarokên wî hebûn û wiha domand:"Li bajaroka Karoxê ya Gundê Bozalan a Silopiyê di payiza 1988'an de Îsa ji aliyê sê kesên kincên sîvîl li xwe kiribûn ji mala xwe bi zorê hat derxistin. Careke din xeber jê nehat girtin. Îsa bi ajal û cotkariyê mijûl dibû. Berê qet nehatibû destgîrkirin. Kesên hatin mala wî gotin karê me bi te heye û gotin em ê herin Amedê. Ji wê rojê de ye careke din ji Îsa xeber nehat stendin. Xizmên wî li her derê li wî geriyan lê tu encam bi dest nexistin."

Ezgî Sila Demîr da zanîn ku zextên li ser malbat û gund bi salan e dewam dike û wiha pê de çû:"Di serê sala 1994'an de gund ji aliyê leşkeran ve hat valakirin. Xizmên Îsa ji ber tirsa wê demê heta sala 2009'an bi awayekî fermî serî li tu derê nedan. Di sala 2088'an de rojnameger Farûk Aslan pirtûka Karakutu: Navê tarî yê Ergenekonê Tuncay Guney parve kir. Tuncay di pirtûka xwe de gotiye kesên di salên 1990'î de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin kuştin li Tesîsên Leşkerî yên Botaşa Silopiyê hatine veşartin. Li ser vê yekê Baroya Şirnexê li Dozgeriya Komarê ya Silopiyê gilî kir. Xwest li cihê bûye mijar lêkolîn lê bê kirin. Li ser vêya serlêdan hat kirin û birayê wî Mûsa Soysal jî serlêdan kir. Di 2009'an de li Tesîsên Leşkerî yên Botaşa Silopiyê lêgerîn hat kirin û hestî derketin. Lê malbatê li vir xwe negihand agahiyên derbarê Îsa de."

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.