ÎHD: Qanûna nû wê Rewşa Awarte mayînde bike

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi boneya 32. Salvegera damezrandina xwe civînek lidar xist. Di civînê de hat gotin ku, daxwaza zagona Rewşa Awarte ya nû, li dijî Qanûna Bingehîn e." 

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di 17'ê Tîrmeha 1986'an de bi îmzeya 98 kesan hat avakirin. ÎHD, 32 sal li pey xwe hişt û kete sala 32’an. Bi boneya 32'emîn salvegera damezirandina ÎHD'ê, li navenda giştî ya ÎHD'ê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de Hevserokên ÎHD’ê yên berê, endamên Desteya Rêveberiya Navendî û gelek kesên din amade bûn. Di civînê de Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku di nava sazumankarê komeleyê de xizmên girtiyan, rewşenbîr, nivîskar, rojnameger, akademîsyen, endezyar, weşanger û mamoste jî hebûn û wiha got: "Berî her tiştî sazûmankarên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bibîr tînim. 

Heke ku hêj li Tirkiye pirsgirêka demokrasî, mafên mirovan hebe, ev nîşan dide ku bîrdoziya dewletê hêj serdest e. Ev bîrdoziya dewletê xwe dispêre hîmê nijada Tirk û muslimanên sunnî. Ji bilî van bawerî û nijadan, derdorên dîtir tên înkarkirin.
 
 Turkdogan, da zanîn ku di navber 2013-2015'an de pêvajoya çareseriyê pêş ket û wiha lê zêdekir: "Di vê pêvajoyê de mirov nehatin kuştin. Lewma şer pêk nehat. Lê belê bîrdoziya dewetê dîsa pêvajoya şer xist meriyetê. Desthilata siyasî ji bo hebûna xwe bidomîne, serî li rejîma otorîter da. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, pêdivî bi çareseriya rast heye. Bandora cîhanê jî li ser otorîterbûna Tirkiye heye. Modernîteya Kapitalist ji parastina mafên mirovan bêzar e. Ji ber vê yekê weke amûr li mafên mirovan dinêre. 
 
‘PÊŞNIYARÊN ME HENE’ 
 
Turkdogan, di berdewama axaftina xwe de ev pêşniyar kirin:

• Ji bo Tirkiye demokratîk bibe, divê çareseriya şer, rast pêş bixe. Divê teqez bi rastiya xwe re rûber be. Divê Tirkiye pirsgirêka Kurd qebûl bike û pêvajoyeke nû ya aştiyê bide destpêkirin. Di serî de civaka Elewî, divê hemû pirsgirêkên dîtir qebûl bike û mafê wan biparêze. Ji bo vê yekê pêdivî bi vînek nû ya siyasî heye. 

• Pêdiviya Tirkiyeyê bi Qanûna Bingehîn a demokratîk heye. Heta ku Qanûna Bingehîn a demokratîk neyê sazikirin, çareserî mîsoger nabe. Bi guhertina qanûna 82'an çareserî ne pêkan e. 

• Azadiya derbirînê, bingeha demokrasiyê ye. Divê teqez azadiya raman û derbirînê bê parastin. Divê azadiya raman û çapemeniyê bê mîsogerkirin. 

• Divê muxalefeta civakî û têkoşîna hevpar a mafên mirovan û demokrasiyê karibe xwe bi rêxistin bike. 

• Li Tirkiyeyê divê pirsgirêk li gorî pergala demokratîk bên çareserkirin.

• Divê cudakariya hêzan xwe biparêzin. Divê daraz bê alî û li gorî serdestiya hiqûqê xwe bi rêxistin bike. 

• Rêveberiya demokratîk şert e. 

• Divê mafê aborî û civakî bi zagonan bê parastin. 

• Divê zextên darazê li ser parazvanên mafên mirovan bi dawî bibe. 

• ÎHD di şertên Rewşa Awarte de li dijî şertên Rewşa Awarte hat avakirin. Bi 32 biryarnameyan, bi sedan zagon hatin guhertin û bi hezaran guhertin çêbûn. Divê teqez rejîma OHAL'ê bi dawî bibe. Divê hemû kesên di serdema Rewşa Awarte de mexdûr bûne mexdûriyeta wan bê çareserkirin. " 
 
Turkdogan, ani ziman ku weke parazvanên mafên mirovan di bin banê ÎHD'ê de 32 sal in ji bo parastina mafên mirovan, azadî, wekhevî, dadwerî, heq û aştiyê dixwazin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê têkoşîna xwe didomînin. 

Daxwaza hikûmetê ya zagona Rewşa Awarte li djî mafên mirovan û qanûna bingehîn e. Bi vê zagonê her çend Rewşa Awarte rabe jî, wê Rewşa Awarte hebûna xwe bi awayekî nepenî bidomîne. Ev bi awayekî keyfî binpêkirina Qanûna Bingehin e. Em li dijî avakirina Rewşa Awarte ya mayînde ne."