ÎHD piştevanî da Balabanê di greva birçîbûnê de

Endamên Komîsyona Girtîgeha a Şûbeya Stenbolê ya ÎHD'ê faksa piştevaniyê ji bo girtî Mehmet Balaban şandin, ku li dijî êrîşên nîjatperest ev 35 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Komîsyona Girtîgeha ya Şûbeya Stenbolê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) faksa piştevanê ji bo girtî Mehmet Balaban şandin, ku li Girtîgeha Tîpa T'yê ya  Nimro 2 a Tekîrdagê ji bo ku Kurd bû rêveberiya girtîgehê û girtiyên edlî êrîş biribûn ser, devê xwe dirûtibû û ev 35 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Parêzvanên mafê mirovan li ber Postexaneya Siralievler a Taksîmê hatin cem hev, pankarta ''Bila dawî li êşkenceya Tîpa  T a Nimro 2 a li Tekîrdagê were, daxwazên Mehmet Balaban bila werin qebûlkirin'' vekirin û bi dirûşmeyan gotin, ''Rûmeta mirovahiyê wê zora êşkenceyê bibe'', ''Mehmet Balaban ne bi tenê ye''.

Seroka Şûbeya Stenbolê ya ÎHD'ê Gulseren Yolerî got wan ji bo Balaban serî li Midûriyeta Giştî ya  Malên Cezayê, Wezareta Dadê û hin saziyên din dane, ti bersiv nestandine, bal kişande ser rewşa giran a Balaban û xwest ku bi lezgînî tiştek were kirin.

Her wiha li ser navê Komîsyona Girtîgehan Meral Nergîz Şahîn jî axivî û got ji ber ku Kurd e, zext, zordarî  û êşkence li Balaban hatiye kirin.

Şahîn her wiha got Balaban li dijî êrîşên nîjatperest û heqeratan qirika xwe jê kiriye, dema rakirine nexweşxaneyê rapora derbxwarinê dane û her wiha ti şikayetên ku wî gotî ti daxwaznameyê de nehatine nivîsin û ji 31'ê Tebaxê ve di greva birçîbûnê de ye.