ÎHD: Jiyana girtiyê nexweş Yilmaz di talokeyê de ye

Insîyatîva Ji Girtiyên Nexweş re Azadî got jiyana girtiyê nexweş Ismaîl Yilmaz di talokeyê de ye.

Insîyatîvê ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li Şûbeya Enqerê ya ÎHD'ê (Komeleya Mafê Mirovan ) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin li 355 girtîgehan li ser 190 hezar girtî rîsk heye û daneyên Wezareta Dadê bi bîr xist ku testên 120 girtî pozîtîf derketine.

Di daxuyaniyê de rewşa girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz ê 67 salî, yê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F'yê ya li Nimro 1'ê dimîne hate bibîrxistin, hate gotin nexweşiya dil bi Yilmaz re heye, li gel ku rîsk zêde ye ku krîza dil pê re çêbibe jî ev 16 sal in bi tena serê xwe tê hiştin.

Di daxuyaniyê de li ser Yilmaz hate gotin,''Ne pêkan e ku di şertên girtîgehe de bimîne û hema hema ji mirinê vegeriyaye. Ji ber pandemiyê karantînaya 14 rojan heye. Lê kesekî ku ji mêjiyê xwe emeliyat bûbe, ku ev emeliyateke giran e, nikare bi serê xwe bibîne.''

Di daxuyaniyê de hate xwestin hemû girtiyên nexweş demildest werin berdan.