ÎHD ji astengiya lêkolînkirina gorên komî bi fikar e

Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê rapora xwe ya têkildarî gora komî ya li şikeftekî ya li navçeya Kerboran a Mêrdînê 29’ê Gulanê hatibû dîtin eşkere kir. ÎHD a rê nehate dayîn ku li şikeftê lêkolîn bike, ragihand ku fikarên wan ên cidî li ser lêpirsînê hene.

Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê rapora xwe ya têkildarî şikefat ku hestî û kiloxên serê mirovan a li gundikê Libka Kaniya ya girêdayî gundê Derêca ya Kerboran a Mêrdînê eşkere kir.

Di raporê de ev hate gotin: “Li ser dîtina hestî û kiloxê serê mirovan a li nava şikeftê, welatiyê me yê bi navê Îrfan Yakut li ser ihtimala ku hestiyê bavê wî yê sala 1993’an jî hatibû windakirin li navbe, li ser giliyê suc ê ji bo Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê ya me ji bo agahî girtinê bi rêya telefonê serî li dozgeriyê dabû.”

Heyeta ÎHD’ê ya li ser daxwaza Yakût çû cihê bûyerê bi hinceta ku li ser lêpirsînê biryara ‘veşarîbûnê’ heye hatin astengkirin.

Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê anî ziman ku bi Serdozgeriya Komarê re tenê bi 5 deqeyan kariye li ser mijarê agahî bigirin. Heyetê di raporê de cih da tespît û qeneetan û wiha got: 

“* Ji bo agahdarkirina cemaweriyê, astengkirina xebata rêxistinek sivîl a lêpirsîn û lêkolînê, ji bo silametiya lêpirsîn û ronîkirinê dibe dibe asteng. 

* Wekî parêzer û nûnerên rêxistina sivîl û civakî, em bi fikarin ku lêkolîn û ronîkirina cihê bûyerê bi silametî bê kirin. 

* Dozgeriyê nehişt ku em wekî heyetê bicih cihê bûyerê lêkolîn bikin û delîlan kom bikin. Ji ber vê yekê di komkirina delîlan û parastina delîlan de em bi fikar in. 

* Heyeta me bûye şahid ku Serdozgeriya Komarê ya Kerbarê di komkirina delîlan de li dijî Peymana Mînnesota ya Neteweyên Yekbûyî (NY) tev geriya ye. 

Her ku hestiyek li herêmê tê dîtin, ji aliyê xizmên kesên windayan de dibe heviyek nû. Ev hêvî ji ber testên DNA yên li Saziya Tipa Edlî rastî karên broktarît tên pir dereng bi encam dibe. Divê rewşa Saziya Tipa Adlî ya malbatan mexdûr dike li ber çavan bê girtin û encama testa DNA zûtir bê zelalkirin. 

* Ji bo winda bi lez bên dîtin û berpirsiyar bên dîtin û derxin pêş darazê, divê kar û barê lêpirsînê bi lez bê kirin û encamê bistîne. 

* Biryara Serdozgeriya Komarê ya "Veşartî" ya lêpirsînê û astengkirina heyeta me ya cihê bûyerê li dijî lêpirsîna adilane û çalakiyê ye. Em wekî Şaxa ÎHD'ê dê serlêdanên xwe yên piwst li mercên pêwist bikin.